Li Herêma Kurdistanê di nava çar mehan de hejmara herî kêm a pêketina koronayê hat tomarkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 183 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 183 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 183 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 133 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 17 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 359 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 101 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 100129
Mirin: 3282
Başbûn: 64431
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.