Li rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hewlêr (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand 2 kesan bi wê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Herwiha 6 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7448 kesan, ji wan 1072 kes baş bûne û 227 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.