Sala 2020an ji ber koronayê wekî xirabtirîn sal tê destnîşankirin
Di sala 2020an de li tevahiya cîhanê 67 milyon kes bi vê nexweşiyê ketin û heta niha milyonek û nîv kes jî jiyana xwe ji dest da.
Stenbol (K24) – Di dîroka mirovahiyê de sala 2020an taybet ji ber nexweşiya Koronayê wekî xirabtirîn sal hat destnîşankirin. Di heyama sala 2020an de li tevahiya cîhanê 67 milyon kes bi vê nexweşiyê ketin û heta niha milyonek û nîv kes jî jiyana xwe ji dest da. Nexweşiya ku hê jî nehatiya çareserkirin kir ku welatiyên li tevahiya cîhanê piraniya salê di mal de derbas kirin.
Ji ber pandemî û gelek bobelatên din sala 2020an di dîroka mirovahiyê de wekî xirabtirîn sal hate destnîşankirin. Piştî bûyerên ku rû dane, ev sal ji aliyê pirraniya mirovan ve bi xweziya ku "Hîç nehatiba jîyîn" tê pêşwazîkirin. Di sala 2020an de taybet ji ber koronayê cîhan li di mal de asê ma, aboriya cîhanê biçûk bû, bi milyonan mirov nexweş ketin û li tevahiya cîhanê heta niha milyonek û nîv kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da. Ligel ku hê jî bi dawî nehatiye lê pirraniya welatiyên Tirkiyê bi hêviyeke mezin bendewarî sala 2021an in ku pêşbînîdikin salana nû de ji vê rewşê rizgar bibin.
Hinek ji welatiyan jî dibêjin; bi destpêka pandemiyê re wan car caran hêviyên xwe ji dahatûyê birrîne û wekî ku dawî li dinyayê hatiye hest bi jiyanê kirine ji loma tûşî nexweşiyên derûnî jî hatine.
Di sala 2020an de li tevahiya cîhanê 67 milyon kes ji ber vayrûsa koronayê nexweş ketin û zêdetirî milyonek û nîv mirov jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiyê hejmara kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane wekî 14,900 kes hatiye tomar kirin û ligel vê nexweşiyê di sala 2020an de Tirkiyê bi 2 erdhejên tûnd re jî rû bi rû ma û di van erdhejan de jî bi sedan kes mirin û herwiha ziyanên aborî jî derketin holê.