Serok Barzanî Cejna Rojiya xwişk û birayên Êzidî pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Rojiyê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzidiyan kir.
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Rojiyê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzidiyan kir û ragihand: “Hêvîdar im ev cejn bibê destpêkeka nû ya ji bo aramî û bexteweriya tevahiya xûşk û birayên Êzîdî û nemana êş û azaran û ew sîtem û karesata ku li Kurdên Êzîdî hatiye encam dan.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyeka germ li xûşk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkeka nû ya ji bo aramî û bexteweriya tevahiya xûşk û birayên Êzîdî û nemana êş û azaran û ew sîtem û karesata ku li Kurdên Êzîdî hatiye encam dan.
Her bi vê helkefta pîroz tekez li ser birayetî, tebayî û berfirehkirina çanda pêkvejiyan û aştîxwaziya di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn.
Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xweşî.
Mesûd Barzanî
17ê Kanûna 2020an