Li Tirkiyê 246 kesên din bi koronayê mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 246 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 246 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 17 hezar û 610 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 410 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 4 hezar û 103 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 1 milyon û 982 hezar û 90 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 31 hezar û 945 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 982 hezar û 90 kesan.