Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din Koronayê canê xwe ji dest dan
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û ragihand, 4 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, 47 kes jî bi Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 15 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 4 kes li Girkê Legê, 2 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrazorê û 8 kes li Şehbayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 5 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7698 kesan, ji wan 1094 kes baş bûne û 255 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.