Li rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ya sînordar hat dirêjkirin

Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ya sînordar ji bo 15 rojên din li rojavayê Kurdistanê Sûriyê dirêj kir.

Dîmenek ji qedexeya çûnûhatinê ya Qamişlo / wêne: Arşîv
Dîmenek ji qedexeya çûnûhatinê ya Qamişlo / wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê ya sînordar ji bo 15 rojên din li rojavayê Kurdistanê dirêj kir.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, li gorî civîna Şaneya Aloziyê û li gorî berjewendiyên giştî, qedexeya sînordar li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser ji bo dema 15 rojên din dirêj dibe. Qedexe ji îro 21ê Berçile heta 4ê Çilya 2021an e.

Li gor biryara qedexeyê:

Ji bilî sûkên mezin, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên madeyên xwarinê û sebzeyan tên vekirin, lê divê demjimêr 5ê êvarê werin girtin.

Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerde, bi girtina tedbîrên parastin û xweparastina ji vîrusa Koronayê vekirî dimînin.

Bas û otombîlên dikarin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin û jê derkevin.

Ji bilî nimêja Înê û pîrozahiya Yekşemê, bi girtina tevahî tedbîrên xweparastinê, hemû perestgeh tên girtin.

Kombûnên mezin, wek holên şahiyan, konên sersaxiyê, civîn û kongre qedexe ne.

Divê hemû xelk û xebatkdarên saziyên Rêveberiyên Xweser maskan bi kar bînin û pabendî rêkarên tendirustiyê bibin.