Ava vexwarinê gihîşt hejmarek ji taxên Hesekê

Piştî mehekê ji qutkirina ava vexwarinê ji navenda Elok ya Serê Kaniyê li ser bajarê Hesekê, careke din av gihîşt çend taxên wî bajarî.

Bajarê Hesekê
Bajarê Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî mehekê ji qutkirina ava vexwarinê ji navenda Elok ya Serê Kaniyê li ser bajarê Hesekê, careke din av gihîşt çend taxên wî bajarî.

Dezgeha Avê ya Hesekê ya Hikûmeta Sûriyê li hejmara xwe ya tora civakî ragihand, duhî ava vexwarinê gihîşt hejmarek ji taxên Hesekê.

Ava vexwarinê nêzîkî mehekê ye ji navenda Elok ya li Serê Kaniyê ve ji aliyê grûpên çekdar ve li ser bajar û gundên Hesekê hatiye qutkirin. Li gor raportên medyayî jî, ew navend ji 3 rojan ve careke din dest bi kar kiriye.

Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî dagirkirina bajêr ji zêdeyî salekê ve, ev cara 9emîn kar li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.

Hat zanîn ku Wezareta Derve yê Sûriyê du nameyên cuda ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re şandibûn û tê de daxwaz kiribû ku destêwerdanê bikin û fişarê li Tirkiyê bikin ji bo kar li westgeha Elok careke din were kirin û av ji ser bajarê Hesekê neyê qutkirin.

Fly Erbil Advertisment