Li Bexdayê ji bo Êzidiyan monumênt û muze tên avakirin

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ji bo bîranîna welatiyên Êzidî ku di encama komkujiya bi destê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, monumêt û muze têne avakirin.

Welatiyên Êzidî
Welatiyên Êzidî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ji bo bîranîna welatiyên Êzidî ku di encama komkujiya bi destê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn, monumêt û muze têne avakirin.

Serokê Şaredariya Bexdayê Ela Muîn ragihand; di demeke nêz de ji bo bîranîna Êzidiyên qurbaniyên destê DAIŞê, li Bexdayê monumênt û muze werin danîn.

Di daxuyaniyê de Ela Muîn eşkere kiriye ku wan ev biryar ji bo damezrandina muzeyek li ser hemû cûre raman û kûrkirina jiyana lêborînê û têkoşîna li dijî tundî û tundrewiyê derxistine.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku şaredarî ji bo danîna wê monumêntê cihekî guncaw digere.

Fly Erbil Advertisment