Li Pirdê êrîşî zêrevanên zeviyeke petrolê hat kirin; kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî gundê Daremanê yê girêdayî bajarkê Pirdê, êrîşî zêrevanên zeviyeka petrolê hat kirin; di encamê de zêrevanek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyarên çavkaniyeke polîsên Pirdê, ku ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo re ragihandiye, li nêzîkî gundê Daremanê li ser rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê, gule li zêrevanên zeviyeka petrolê ya taybet hatine reşandin.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku du kesên nenas bi motorsîkletekê di ber zeviya petrolê re derbaz bûne û gule li zêrevanan reşandine, di encamê de zêrevanekê wê zeviyê bi navê Rizgar Qadir canê xwe ji dest daye û sê kesên din jî birîndar bûne, paşê jî ew êrîşker bo cihêkî nediyar reviyan.
Piştî wê bûyerê jî, hêzên ewlehiyê yekser gehiştine cihê meremê û bo dîtin û desteserkirina wan êrîşakaran dest bi vekolanê kiriye, herwisa birîndar jî bi merema wergirtina çareseriyê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û di bin çavdêriya bijîşkî de ne.