Pêleke baranê deverên Herêma Kurdistanê vedigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê pêşbiniyên keşûhewayê yên çar rojên bê belav kirin û ragihand, ji ber bandora pêleke zexta nizm a Deryaya Navîn, şepoleke nû ya baranê berê xwe dide deverê û heta roja yekşemê dê berdewam bike.
Li gorî daxuyaniya Keşnasiya Herêmê, ji îro pêncşemê ve keşûhewaya Herêmê dikeve bin bandora vê pergala zexta nizm û asman dê bi giştî ewrawî be. Keşnasî hişyariyê dide ku rewşa hewayê dê di van rojan de ne cîgir be û li seranserê herêmê baran bibare.
Pêşbiniya keşohewayê ya roj bi roj:
Pêncşem: Bandora vê pêlê li hinek cihan hênik û lawaz dibe; tenê li çend deveran barana hûr tê çaverêkirin.
- În: Ji ber çalaktirbûna pergala zexta nizm, qada baranbarînê berfirehtir dibe û piraniya deverên cuda yên Herêma Kurdistanê vedigire.
- Şemî: Çalakiya vê pergala hewayê digihêje asta xwe ya herî bilind. Di vê rojê de rêjeya baranê zêde dibe, hewayeke bi birûsk tê dîtin û leza bayê jî zêde dibe. Keşnasî hişyariyê dide ku dibe di dema baranbarînê de asta avê bilind bibe û bibe sedema çêbûna lehiyan.
- Yekşem: Bandora pêla baranê heta derengiya şevê li ser deverên cuda berdewam dike.
Li gorî ragihandina Keşnasiyê, bandora vê pêla hewayê dê serê sibeya roja duşemê bi temamî li Herêma Kurdistanê bi dawî bibe.