Li Bexdayê monument û muzexaneyek taybet bi Êzidiyan tê avakirin
Li Bexdayê monument û mûzexaneyeke taybet bi komkujiya Êzidiyan tê avakirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Bexdaya Paytext Elaa Mein ragihand, di demeke nêzîk de, monument û mûzexaneyeke taybet bi komkujiya Êzidiyan li Bexdayê tê avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Sekreterê Bexdaya Paytext pêşniyaz kiriye ku di avahiya mûzexaneyê de, navendeke lêkolînê hebe, ji bo ku girîngiyê bide cihêrengiya bîrewerî û giyanê lêborîn û rûbirûbûna teror û tundûtûjiyê belav bike.
Diyar kir jî, Sekretariya Bexdayê Paytext kar ji bo dîtina cihekî guncaw dike, ta ku peyker û mûzexane lê bêne danîn.
Destnîşan kir jî, avahîsaza Êzidî Dêrsim Xeyrî Namo ya li Almanya dijî, dîzaynek bi îlhama kevneşopî, karesat û komkujiya Êzdiyan ji bo projeyê pêşkêş kiriye.