Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 263 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 4 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 47 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 10 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7824 kesan, ji wan 1112 kes baş bûne û 263 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.