Hunermendê Kurd Mihemed Elî Şakir bi Koronayê jiyana xwe ji dest da
Hunermend û aranjorê navdar ê rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermend û aranjorê navdar ê rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.
Mihemed Elî Şakir îro li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di temenê xwe yê 74 salî de canê xwe ji dest da.
Hunermend Mihemed Elî Şakir birayê hunermendê mezin Mehmûd Ezîz Şakir e ku 50 sal berê xebata hunerî dest pê kiribû û bi sedan awaz bo stranên hunermendên Kurd danîbû.
Mihemed Elî Şakir ji 270 stranan re awaz daniye û bi xwe jî xwediyê 30 stranan e.
Şakir li bajarokê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê jidayîk bûbû, lê li Serê Kaniyê dijiya. Ji ber xebatên xwe yên hunerî gelek caran hatibû xelatkirin.
Termê wî hunermendî dê li bajarê Amûdê were veşartin.