Li Herêma Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

LI Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 150 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 150 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 150 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Ji wan 29 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 83 kes li Duhokê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 3 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane. Ji wan 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 298 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 102417

Mirin: 3359

Başbûn: 68179

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.