Papayê Vatîkanê ji bo Kurdên Êzidî dua kir
Papayê Vatîkanê di merasîma Krîsmasê de ji bo xelkê Iraqê dua kir û ji Xweda daxwaz kir ku Kurdên Êzidî rizgar bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê di merasîma Krîsmasê de ji bo xelkê Iraqê dua kir û ji Xweda daxwaz kir ku Kurdên Êzidî rizgar bibin.
Papa Fransîsê Duyem duh 25ê Kanûna 2020an ji bo başbûna rewşa xirab a Iraq, Sûriye, Lîbya, Yemen û Rojhilata Navîn bi giştî dua kir.
Papayê Vatîkanê di duaya xwe de got: “Em li zarokên cîhanê binêrin, bi taybetî zarokên Sûriye, Iraq û Yemen ku hê jî baca giran a şer didin. Hêvî dikim rûyên wan zarokan wijdana wan kesên duayên wan ên baş hene, bilebitîne û sedema serîhildana şer û kêşeyên welatên xwe çareser bikin.”
Derbarê Iraq û Kurdên Êzidî de Papa Fransîsê Duyem got: “Ez hêvî dikim xelkê Iraqê jî rizgar bibin, ewên ku hewla lihevkirin û aştiyê didin, bi taybetî Êzidî ku di çend salên borî de ji destê şer êş û jan dîtine.”
Papayê Vatîkanê dê meha Adara 2021ê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Serdana Papa di demekê de ye ku di 19ê Sibata 2020an de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê ligel Papa Fransîs civiya û rewşa Iraq û herêmê û rewşa pêkvejiyana olî û netewî, rewşa krîstiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kiribûn.