Mesîhiyên li bakurê Kurdistanê ji ber koronayê pîrozbahiyên girseyî nekirin
Mesîhiyên li bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê, di noelê de ango vejîna Hezretî Îsa de ayîn û pîrozbahiyên girseyî û cemaatî nekirin.
Diyarbekir (K24) - Mesîhiyên li bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê, di noelê de ango vejîna Hezretî Îsa de ayîn û pîrozbahiyên girseyî û cemaatî nekirin. Keşe û bawermendên Mesîhî, balê kişandin ku mirov dikarin îbadet û heskirinên xwe, bi dia û ayînên takekesî jî bike û ji bo tenduristiyê jî wan biryara xwe îsal wisa daye.
Li dêrên mesîhiyan ên li Diyabekirê îsal, ji ber pandemiyê ayîn û pîrozbahiyên girseyî nayên kirin. Keşe û rêvebirên li dêrên Diyarbekirê, ragihandin ku tu astengî wek fermî bo nehatiye danîn, lê ji bo tenduristiya cemaeta xwe û civakê, biryar dane ku Noela îsal bi cemaetî û girseyî nekin.
Keşeyê dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener da zanîn ku ew îro coş û şahî ya xwe bi kêmasî dijîn, lê pêwist e ku tendirustiya civakî bê parastin. Guvener anî ziman ku rojên wiha cejn û pîroz ku mirov pêkvê pîroz bike helbet xweştir e. Lê ji ber pandemiyê îsal wiha birya dane.
Ahmet Guvener ji Kurdistan24ê re ragihand: “Helbet coşeke bi kêmasî di dilên me de heye îsal. Her sal me hefteyekî bi coş û çalakiyên cuda pîrozbahî û ayînan dikir. Lê ji ber pandemiyê êdî hatina dêrê jî me dike nav fikaran. Em tenê yên peywirdar rojên Yekşemê tên û me îsal Noelê jî wek salên borî bi girseyî pîroz nekir. Her kes li malên xwe û cuda cuda pîrozbahî kirin. Hêviya me ew e ku demek zûtir ev nexweşîn ji nav me rabibe û bi aştî û aramî em coş û pîrozbahiyên xwe bikin.”
Hat ragihandin ku di serdemên pandemiyê de, Mesîhî nikaribin biçin dêran jî bi awayekî online waaz, dia û ayînên xwe, bi cemaetên xwe re dikin.
Wekîlê Serokê Weqfa Dêra Dayîka Meryem yê Diyarbekirê Salîba Açiş jî balê kişand ku serdemên wiha bijardeyên zehmet peyda dikin. Ji aliyekî ve piroziyên wan, ji aliyê dinde jî nexweşîna ku gef li tenduristiya mirovan dixwe heye. Lê wan biryar daye ku coş û pirozbahiyên xwe îsal jihev cuda bikin.
Salîba Açiş diyar kir: “Ev nexweşîna pandemiyê bi rastî jî gelek zehmetiyan peyda kiriye. Loma jî me cejna xwe bi girseyî li vê derê nekir. Dayîna vê biryarê bo me gelek zehmet bû, lê tenduristî tişteke girîngtir e. Mirov tenduristbin dikarin ayîn û diayan bikin. Ji bo ayîn û diakirinê hatina dêrê ne mîsoger e, lê girîngî ew e ku li dêrê mirov digihên hev û me dixwest ku em îsal pêkve pîrozbahî bikin, lê ji ber pandemiyê me pîrozbahî nekir.”
Li gel ku îsal li Dêra Dayîka Meryem ji ber pandemiyê pîrozbahiya cejna vejîna Hezretî Îsa nehat kirin jî, welatî û geştiyar li gor rênimayên pandemiyê serdanên xwe jî dikin.
Denîz Tumen û hevala xwe jî îro yekem car e ku serdana vê dêrê dikin. Denîz Tumen tîne ziman ku dema ku hatiye vir zaniye îro cejna vejîna îsa ye û kêfxweşya xwe ji serdanê ragihand.
Welatiyê bi navê Denîz Tumen destnîşan kir: “Min gelek dixwest ku ez vê derê bibinim û bi hevala xwe re hatim. Piştî hatim li vir min zanî ku îro ji bo Mesihiyan rojeke girîng e. Pîroz be. Kêfxweş im ku îro vekirî bû em jî hatin. Hêvîdar im, em wek mirovahî hemû bawerî bi aşitî bihevre bijîn.”
Nexweşîna koronayê (Covid-19) wek li ser hemû jiyanê bandorê dike, li ser ayîn û pîrozbahiyên Mesîhî yên li Diyarbekirê jî kiriye. Lê dia û hêviyên wan jî ew e ku demek zûtir ew nexweşîn ji holê rabibe û parvekirina civakî û girseyî dest pê bike.