Li rojavayê Kurdistanê 51 kesên nû bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 51 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest dan.

Nexweşxaneya Gel a Dêrikê
Nexweşxaneya Gel a Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 51 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û ragihand, kesekî li bajarê Amûdê bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest da.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, 51 kes jî bi Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 9 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbesipiyê, 3 kes li Reqayê, 16 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrazorê û 4 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7912 kesan, ji wan 1122 kes baş bûne û 267 kesan jî canê xwe ji dest dane.