Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 118 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 118 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 39 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 3 li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 270 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 102827

Mirin: 3375

Başbûn: 69051

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.