Li bakur û Tirkiyê 254 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 254 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan û 14 hezar kes bi wê vîrûsê ketin.

Nexweşxaneyeke Tirkiyê
Nexweşxaneyeke Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 254 kesên din bi vîrûsa Koronayê (COVID-19) canê xwe ji dest dan û 14 hezar kes bi wê vîrûsê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên Korona roj bi roj kêm dibe. Da zanîn jî, di heyama 24 demjimêran de 14 hezar û 205 kesên din bi Korona ketin û 254 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Bi van amarên dawî, hejmara kesên bi Korona ketine gihişt 2 milyon û 147 hezar û 578 kesan û hejmara kesên bi wê vîrûsê jî canê xwe ji dest dane gihişt 19 hezar û 878 kesan.

Herwiha hejmara kesên ji vîrûsa Koronayê (Covîd-19) baş bûne jî gihişt 2 milyon 15 hezar û 230 kesan.