Li Herêma Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yê vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 132 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 132 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 22 kes li Hewlêrê, 41 kes li Silêmaniyê, 65 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 2 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û yê din jî 4 li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 316 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 102959

Mirin: 3377

Başbûn: 69367

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.