Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane gihiştiye 271 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 43 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 4 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 26 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 2 kes li Kobaniyê, 10 li Tebqayê, 3 li Minbicê, 7 li Reqayê û 2 kes li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 7955 kesan, ji wan 1130 kes baş bûne û 271 kesan jî canê xwe ji dest dane.