Jineke Kurd wek yek ji jinên herî afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin

Cemîle Mehdî Kakeyî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek yek ji jinên afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin.

Cemîle Mehdî Kakeyî
Cemîle Mehdî Kakeyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cemîle Mehdî Kakeyî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek yek ji jinên afirîner ên Rojhilata Navîn hate hilbijartin. Niha jî ew di wê rêxistinê de Berpirsa Doseya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê ye.

Cemîle jineke kurd a Kakayî ye, li Îranê di kampeke penaberan de ji dayik bûye, di 13 saliya xwe de ji ber zexta civakî zewicî ye, lê piştre di rijd bûye ku bixwîne û xwe bigihîne.

Cemîle di hevpeyvînekê ligel Netewên Yekgirtî de, behsa wê yekê dike ku di destpêka zewacê de, li gund jiyaneke wan a dijwar hebû û pir westiyayî bûn, ji ber vê yekê ew difikirî ku jiyana wan biguhere û baştirîn bijarde jî ew bû, vegere xwendinê.

Ji ber vê yekê Cemîle xwend û piştre dest bi çalakiyan kir, da ku mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî biparêze. Cemîle niha jî, di Netewên Yekgirtî de wek Berpirsa Dosyaya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê ye.

null
Cemîle ligel komîserê berê yê Netewên Yekgirtî yê taybet bi doseya mafê mirovan Raad Bîn Zeyd

 

null
Cemîle di çalakiyeke taybet a parastina mafên jinan de li Hewlêrê