Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Kameran Ebdulreman dike

Kameran Ebdulreman hunermendekî navdar ê bajarê Hewlêrê ye, îro di temenê 56 saliyê de koça dawiyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend û medyakar Kameran Ebdulreman dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya hunermend û medyakar Kameran Ebdulreman bihîst. Pirse û sersaxî li malbata wî ya birêz dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi hihuştê şad bike û aramiyê bi kesûkarên wî bibexişe.”

Kameran Ebdulreman hunermendekî navdar ê bajarê Hewlêrê ye, îro di temenê 56 saliyê de koça dawiyê kir.

Kameran Ebdulreman di sala 1964'an de li Kerkûkê ji dayik bû û di sala 1987'an de li bajarê Kerkûkê di tîma Asîre ligel komek ji hunermendan dest bi kar û çalakiyên hunerî kir, piştre jî li Hewlêrê bi cih bû.