Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên vîrûsa Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 3 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 123 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 16 kes li Hewlêrê, 38 kes li Silêmaniyê, 67 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye. Herwiha 217 kes jî baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 103222

Mirin: 3383

Başbûn: 69967

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.