Li Tirkiyê 202 kesan canê xwe bi Koronayê ji dest dan
Hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 21 hezar û 295 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 202 kesên din bi vîrûsa Korona canê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 21 hezar û 295 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran daketiye 3 hezar û 764 kesan û hêvî dikin hejmara kesên canê xwe ji dest didin jî kêm bibe.
Da zanîn di heyama 24 demjimêran de 11 hezar û 180 kes bi korona ketin û 202 kes jî bi korona canê xwe ji dest dan.
Bi amarên dawî, hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 21 hezar û 295 kesan, hejmara kesên bi Koronayê ketine jî gihişt 2 milyon û 232 hezar û 35 kesan.