Geştyarên zivistanê berê xwe didin Çiyayê Hesen Beg
Devera Biradost tevî girîngiya wê ya şûnwarî, stêrka wê ya cihê geştyarîbûnê jî dibiriqe.
Hewlêr (K24) – Devera Biradost tevî girîngiya wê ya şûnwarî, stêrka wê ya cihê geştyarîbûnê jî dibiriqe. Dîmenên berfê û ciwaniya Çiyayê Hesen Beg, bala kompaniyên geştyariyê dikşîne û ji naverast û başûrê Iraqê geştyarên zivistanê berê xwe didin vê deverê.
Xwediyê kompaniya geştyariyê Elî Selam diyar kir: “Berf gelek balkêş e, em hatine Hesen Begê, xelk gelek rêz li me digrin û li xalên kontrolê ti pirsgirêk ji bo me dernaxin, devereke vekirî ye û hewaya wê pir xweş e.”
Temamê geştyarên Çiyayê Hesen Beg xelkê Bexda û jêrê Iraqê ne, piraniya wan cara ewil e vê deverê dibînin, ji bilî lîstina bi berfê û wênekişandinê, muameleya xelkê deverê, cihên geştyariyê yên Hewlêrê, bûye cihê pesndana wan û zêdetir çêja geşta xwe werbigrin.
Geştyarekî bi navê Weqa Welîd diyar kir: “Em tevî malbata xwe ji Bexdayê hatin û muameleya xelkê ligel me gelek baş e, ev der jî gelek balkêş û paqij e.”
Geştyar Mihemed Qeys jî dibêje: “Ewilî me serdana Kelha Hewlêrê kir, piştre em hatin vê derê, ez cara çarem e ji bo geştê têm vê derê, em bextewar in û em rastî ti pirsgirêkek nehatin.”
Herwiha geştyarê bi navê Xilûd Cibûrî jî diyar kir: “Geştyariya li vê deverê, eger girîngî bidinê, dê weke Ewropa û welatên pêşketî bibe, Çiyayê Hesen Beg sûdê digihîne me, ez mamosteyê erdnîgariyê me û wêne dikşînim û nîşanî xwendarên xwe didim, ez hêvî dikim bêtir girîngî bidin projeyên geştyariyê.”
Li gor amarên herî dawî yên Geştûguzariya Soranê, ji 2 rojên berî sersalê ve heta niha, bi awayekî berdewam rojane nêzîkî çar-pênc hezar geştyarên zivistanê yên ji naverast û jêrê Iraqê hatine devera Soran.