Li bakurê Kurdistanê bazara otomobîlên destê duyem rawestiyaye

Li Diyarbekirê bazara tirimbêlên destê duduyan, di demên dawî de rawestiyaye.

Bazara tirimbêlên destê duyem a Diyarbekirê
Bazara tirimbêlên destê duyem a Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bazara tirimbêlên destê duduyan, di demên dawî de rawestiyaye. Li gorî nirxandina rêveberên navenda tirimbêlan û bazirganên tirimbêlan, buhayên ku ji nişkê ve bilind bibûn ji ber hatina tirimbêlên sifir dadikevin û ew zirar dikin. Her dîsa ji baca zêde jî gilî tê kirin.

Li bazarên tirimbêlên destê duduyê ya Diyarbekirê ye, her sal bi hezaran tirimbêl tên kirîn û firotin. Di sala 2020an de ji ber bandora koronavîrûsê tirimbêlên nû kêm hatin hilberîn. Ji ber vê yekê buhayên tirimbêlên destê duduyan nêzîkî %80 buha bûn. Mehmet Donmez ê Serokê Navenda Bazara Tirimbêlan dibêje; bi hilberîna tirimbêlên nû, buhayê tirimbêlên destê duduyan heta %30 daket.

Serokê Navenda Bazara Tirimbêlan Mehmet Donmez ji Kurdistan24ê re ragihand: “Jixwe her sal di van deman de bazar radiwestiya lêbelê îsal paş ve diçe. Min bi xwe jî di vê mehê de ji tirimbêlên ku bihayê wan di navbera 300-400 hezar lîreyî de ne nêzîkî 100 hezar lîreyî zirar kir. Em dixwazin bihayên tirimbêlan bêne rêza jiberê da ku em bi rihetî bikirin û bifiroşin. Par di vî demî de tirimbêla ku me dida 80-90 hezar lîrerî îro bûye 160 hezar lîre.”

Li gorî nirxandina rêveberên kompaniyên tirimbêlan, di nava salekê de buhayê tirimbêla bi 100 hezar lîreyî derket 160 hezar lîreyî, tirimbêla bi 200 lîreyî derket 300 hezar lîreyî. Rêveberê kompaniya kirîn û firotina tirimbêlan Emre Kiliç dibêje; ji destpêka kanuna 2020an de nekarîne tirimbêlekê jî bifiroşin û heger bikir hebin dikarin tirimbêlên di destê xwe de jî bi zirar bifiroşin.

Emre Kiliç diyar dike: “Niha hem ji ber zêdebûna tirimbêlên sifir û hem jî ji ber bilindbûna nirxê dolarî bihayên tirimbêlên destê duduyan dadikevin. Lêbelê hêza aborî ya welatiyan daketiye. Ji ber vî buhayê zêde, welatî êdî bi zehmet bikaribin tirimbêlekê bikirin. Li Tirkiyeyê bac ji bihayên tirimbêlan zêdetir e. Ev jî bandoreke neyînî li bazarê dike. Em hêvî dikin ku heta meha adarê hevsengiya bihayan çêbibe.”

Ji meha kanûna 2020an û pê de bazara tirimbêlên sifir geş bû. Lê belê li gorî 2019an buhayê tirimbêlên sifir jî nêzîkî du qatan zêde bûn. Wate tirimbêla ku bihayê wê 250 hezar lîre be derket 400- 450 hezar lîre yî. Rêveberên kompaniyên tirimbêlan dibêjin; sedemeke bihabûnê jî baca zede ye ku ev jî di navbera  %80 û % 200ê de diguhere. Xwediyên kompaniyên kirîn û firotina tirimbêlan dixwazin di bazara tirimbêlan de jî hevsengiya buhayan hebe.

Fly Erbil Advertisment