Wêneyeke Hewlêrê bala cîhanê dikişîne
Kompanyaya navdar a Teknolojîya Amerîkayê ragihand, wêneyeke bajêrê Hewlêrê û kela dîrokî, yek ji sêyemîn wêneyên berçav e ku di rûpela de hatiye ecibandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya navdar a Teknolojîya Amerîkayê “Maxa Teknoloji” ragihand, wêneyeke bajêrê Hewlêrê ya ku ji asman ve hatiye kişandin û kela wê ya dîrokî û cadeyên wê yên bazneyî, yek ji sêyemîn wêneyên berçav e ku di rûpela wan hatiye ecibandin.
Ew kompanî, nivîsgeha wê ya sereke li Kolorado ye û taybetmend e bi pêwendî û çavdêrîkirina zevî û sîstema radar û xizmetkariyên satelîtê û girîngiyê dide wêneyên cihên akincîbûnê û deverên cuda yên cîhanê û wêneyên wan belav dike.
Di 9 wêneyên sereke yên wê kompaniyê yên di 2020an de, wêneyeke bajarê Hewlêrê di warê bikaranîna medyaya civakî de pileya sêyemîn bi dest xistiye.
Wê kompaniyê li ser wêneya Hewlêrê nivîsiye: Hewlêr yek ji mezintirîn bajarên Herêma Kurdistanê ye û di sala 2014an de weke cîh di mîrata cîhanî ya UNESCO de hatiye hilbijartin û keleha wê ya dîrokî ji beriya 5 hezar salan ve jiyan lê tê kirin û yek ji kevintirîn şûnawerên mirovan e.