Perçeyên firokeya Endonezyayê li deryaya Jawa hatin dîtin

Tîmên rizgarkirinê termên hin rêwiyên di firokeyê de bûn jî derxistin.

Firokeya Endonezyayê ya ketiye xwarê
Firokeya Endonezyayê ya ketiye xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Deryayî yên Endonezyayê Eddy Tartyas diyar kir ku firokeya li deryaya Jawa ketiye, bi temamî şikestiye û parçeyên firokeyê hatine dîtin.

Berdevkekî Hêzên Deryayî got, Tîmên rizgarkirinê karîn gelek bermayên firokeyê li deryayê bibînin û nîşan dide ku firoke bi temamî hatiye şikestin.

Medyaya Endonezyayê dan zanîn, tîmên rizgarkirinê termên hin rêwiyên di firokeyê de bûn jî derxistin.

Duhî firokeyeke Endonezyayê ji cûreya Boing 737 piştî ku ji firokxaneya Cakarta rabû, li deryaya Jawa kete xwarê.

Di firokeyê de 62 kes hebûn, ku ji du pîlot, çar karmendên firokeyê û rewiyan pêk dihat. Herwiha di nav rêwiyan de 5 zarok hene.