Parlamenterekî Iraqê: Qaçaxçîtiya petrola bi milyaran dolar zirarê digihîne Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Yûsif Kîlabî ragihand, qaçaxçîtiya neftê bi milyaran dolar zirarê digihîne Iraqê û aşkere kir ku li devera Rebîeyê bi qasî 5 heta 10 hezar bermîlan operasyona qaçaxçîtiyê heye.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoyê û endamê Lijneya Fermana Parlamentoyê ya Hejmar 198 a taybet bi lêkolîna li ser qaçaxçîtiya neftê Yûsif Kîlabî, îro Duşemê (16ê Mijdara 2026an) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand, qaçaxçîtiya neftê bi milyaran dolar zirarê digihîne Iraqê.

Kîlabî li ser çareserkirina vê pirsgirêkê wiha got: "Iraq xwediyê 10 hezar kîlometre boriyên neftê ye. Eger em bixwazin amûrên sensor li ser boriyan deynin, pêdiviya me bi pereyekî heye ku ji 350 milyar dînaran derbas nabe, yanî 200 milyon dolar. 200 milyon dolar li hemberî operasyonên qaçaxçîtiyê yên ku bi milyaran dolar tên texmînkirin, çi ye?"

Wî parlamenterî amaje bi wê yekê jî kir ku danîna hestkeran li ser boriyan di sala 2019an de hatiye pêşniyarkirin û got: "Lê paşguhxistina raspardeyan û avêtina berpirsiyariyê li stûyê yên din karekî rast nîne."

Kîlabî di berdewamiya axaftina xwe de aşkere kir: "Li devera Rebîeyê bi qasî 5 heta 10 hezar bermîlan operasyona qaçaxçîtiyê heye." Herwiha tekez kir ku operasyonên qaçaxçîtiya neftê bi milyaran dolar zirarê digihînin Iraqê.

Di heman demê de Kîlabî amaje bi piştgiriya temam a ji bo hewlên hikûmetê di rûbirûbûna qaçaxçîtiyê de kir û got: "Li pêşberî lijneyê gelek astengî û rasparde hene û xaleke erênî ye ku hikûmeta niha wan biryaran cîbicî dike ku ji Encûmena Nûneran derdikevin."