Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 80 hezar kesî jî ji Koronayê baş bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 68 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 11 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 20 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, 6 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 968 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 104402
Mirin: 3424
Başbûn: 79970
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.