Amarên nû yên koronayê li rojavayê Kurdistanê

Li rojavayê Kurdostanê 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî bi wê vîrûsê can xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, kesekî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, ragihand, 25 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan, 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê û 1 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 5 kesên din ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8252 kesan, ji wan 1163 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.