Îro li Herêma Kurdistanê perwerdehiya li dibistanan dest pê kir
Xwendekarên pola 12an, bi cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê, li dibistanan dest bi perwerdehiyê kirin.
Hewlêr (K24) – Piştî rawestandina pêvajoya perwerdehiyê ji ber vîrusa Koronayê, îro li Herêma Kurdistanê xwendekarên pola 12an, bi cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê, li dibistanan dest bi perwerdehiyê kirin.
Lijneya Bilind a Têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê di 13ê Çileya 2021ê de biryar dabû ku deriyên dibistanan li ber xwendekarên pola 12an werin vekirin û îro perwerdehiya li dibistanan ji bo pola 12an dest pê kir.
Rêveberê Perwerdehiya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro me serdana çend dibistanan kir, hemû dibistan rênimayên pêwîst bi cih anîne û xwendekar hatine cudakirin, da ku gelek kêm nêzîkî hev bibin.”
Nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal eşkere kir: “Ez li ber dibistanekê me û biqasî ku min dît, piştî demjimêr 08:00, gelek xwendekar weke mamosteyên xwe hatin dibistanê.”
Herwiha ragihand ku xwendekar û mamoste bi bikaranîna maskan, pabendî rênimayên tendirustiyê dibin.
Li Duhokê nêzîkî 80 hezar xwendekar diçin dibistanan
Nûçegihanê Kurdistan24ê Mesûd Mihemed ji Duhokê ragihand; li parêzgeha Duhokê amadekarî hatine kirin, da ku pêvajoya perwerdehiya li dibistanan bi awayekî serkeftî birêve biçe.
Li parêzgeha Duhokê bi giştî zêdetirî 500 hezar xwendekar hene, ku ji wan nêzîkî 80 hezar xwendekar di pola 12an de ne.