NY: Sektora geştê ya cîhanê 1300 milyar dolar zirar dît
Rêxistina Geştê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand; sektora geştyariyê li cîhanê di sala 2020an de bi qasî 1300 milyar dolar zirar dît.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Geştê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand; sektora geştyariyê li cîhanê di sala 2020an de bi qasî 1300 milyar dolar zirar dît.
Rêxistina Geştê ya Cîhanî ku navenda wê li Madrîd e, di daxuyaniya xwe de sedema vê zirara ku gihiştiye sektora geştyariyê, weke vîrusa Koronayê (Covid-19) û rêkarên pêwîst ên li hember rêlibergirtina belavbûna vîrusê destnîşan kiriye.
Rêxistinê eşkere kir: “Zirara ku gihiştiye sektora geştyariya cîhanî, 11 qat ji zirarên qeyrana aborî ya cîhanî ya sala 2009an a li ser sektora geştê, zêdetir e.”
Herwiha destnîşan kiriye ku li gor sala 2019an, sektora geştyariyê bi rêjeya %74 daketiye.
Rêxistinê, sala 2020an weke sala herî reş a dîroka geştyariyê bi nav kir û eşkere kir ku li gor sala 2019an, hejmara geştyaran milyarek kes kêm bûye.
Herwiha 100-120 milyon derfetên kar ên sektora geştyariyê û kompaniyên biçûk û navîn ên warê geştyariyê, ji dest çûne.