Mîlakatên hêzên 70 û 80 ên Pêşmerge dê bên yekkirin
Bi mebesta yekxistina mîlakatên hêzên 70 û 80 ên Pêşmerge, Wezîrê Darayî û Aborî ligel Wezîrê Pêşmerge civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta yekxistina mîlakatên hêzên 70 û 80 ên Pêşmerge, Wezîrê Darayî û Aborî ligel Wezîrê Pêşmerge civiya.
Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî îro pêşwazî li Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl kir.
Di civînê de, Cebar Yawer Eîmdarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lekolînê ya Encûmena Wezîran Dr. Ebdulheq Xesrew û çend efserên hêzên 70 û 80 amade bûn.
Di civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî behsa girîngiya projeyasaya 2021an a budceya Herêma Kurdistanê kir û di wê çarçoveyê de jî yekxistina mîlakatên hêzên 70 û 80.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl hewlên hemû aliyan bilind nirxand, heta ku di çarçoveya yasaya budceya sala 2021an de, mîlakatên hêzên 70 û 80 bên diyarkirin û yekxistin.