Beşar Esed û hevjîna wî bi vîrûsa Koronayê ketin

Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi vîrûsa Koronayê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma bi vîrûsa Koronayê ketin.

Serokomariya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî ku Serok Esed û hevjîna wî Esma testên Koronayê çêkirin, diyar bû ku ew bi vîrûsa Koronayê ketine.

Serokomariya Sûriyê diyar kir jî, rewşa tendirustî ya Esed û hevjîna wî cîgir e û dê ji bo 2 – 3 hefteyan li malê xwe kerentîne bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Serok Esed û Xanim Esma daxwaza selametî û xweşiyê ji hemû Sûriyan û hemû gelên cîhanê  dikin û bang li hemû Sûriyan dikin ku pabendî rênimayên xweparêziyê bibin.

Ev yek di demekê de ye, heta niha 15 hezar û 981 kes wek pêketiyên Koronayê li navçeyên rêjîma Sûriyê hatine tomarkirin û 1 hezar û 63 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de ragihandibû, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.

 

 

Fly Erbil Advertisment