Restorasyona bircên Diyarbekirê li keleha navîn didome
Di çarçoveya restorekirina Bircên Diyarbekir de li nav Keleha Diyarbekirê jî xebatên restorasyonê di meha 1ê de dest pê kiribû. Derbarê xebatan de hat amajekirin ku di keleha navîn de dê 11 birc werin restorekirin.

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya restorekirina Bircên Diyarbekir de li nav Keleha Diyarbekirê jî xebatên restorasyonê di meha 1ê de dest pê kiribû. Derbarê xebatan de hat amajekirin ku di keleha navîn de dê 11 birc werin restorekirin.
Piştî ku di sala 2015an de ji aliyê UNESCOyê ve Bircên Diyarbekir wek mîrateya çandî ya cîhanî hat pejirandin xebatên restorekirina Bircên Diyarbekir jî dest pê kiribû. Xebatên restorasyonê beş bi beş dimeşin û herî dawî jî di meha 1ê de li beşa Keleha Diyarbekir a Navîn restorasyan dest pê kiribû.
Derbarê xebatên dawîn de Serokê Beşa Bajarvanî û Avadankirinê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Mehmet Karaaslan civînek çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku di Keleha Navîn de dê 11 birc werin restorekirin û ji bo restorasyona giştî jî wan 500 roj dane pêşiya xwe û xebatên restorasyonê jî 13 milyon û 891 hezar lîreyê tirkî hatiye veqetandin.
Dîroka Bircên Diyarbekirê heta 2 hezar û 300 salan jî diçe û dirêjiya wê jî 5 hezar û 200 metre ye.