Koçer: Heta Hewlêr û Bexda li hev nekin, projeqanûna budceyê naçe parlamentoyê

Cemal Koçer
Cemal Koçer

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandina projeqanûna budceya federalî bo Encûmena Wezîran û Parlamentoya Îraqê li benda lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê ye û di vê hefteyê de şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, di vê hefteyê de danûstandin li ser projeqanûna budceya sala 2027ê ya Îraqê zêde dibin. Heta niha ew projeqanûn li Wezareta Darayî ye û bo Encûmena Wezîran nehatiye şandin. 

Bo vê meremê jî, tîmeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî amadekirina belgenameyên qanûnî û kargêrî ye daku pişka rastîn a Herêma Kurdistanê di budceya federalî de misoger bike, herwesa biryar e şandeke Herêma Kurdistanê di vê hefteyê de serdana Bexdayê bike.

Ji aliyekî din ve jî, Endamê Lijneya Darayî li Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer ji Kurdistan24ê re ragihand ku heta niha projeqanûna budceyê li Wezareta Darayî ye û bo parlamentoyê nehatiye şandin. 

Cemal Koçer herwisa got: “Şandina wê projeqanûnê bo parlamentoyê girêdayî lihevkirina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ye û heta ku her du alî li ser wê li hev nekin, ew projeqanûn nagehe parlamentoyê.”

Wî endamê Lijneya Darayî amaje bi wê yekê jî da ku Bexda dikare bêyî lihevkirina ligel Herêma Kurdistanê projeqanûna budceyê derbaz bike, lê naxwaze wî karî bike û piştre arêşe bo wê çê bibin.

Di derheqa wê yekê de jî ku meha bê Parlamentoya Îraqê dikeve bêhnvedana demsala danana qanûnan, Cemal Koçer behsa wê yekê kir ku li gorî madeya 58ê ya destûrê, demsala danana qanûnan yê parlamentoyê dikare mehekê bê dirêjkirin. Di eynî demê de li gorî madeya 57ê ya destûrê, eger budce berî 1ê Mijdarê bigihêje parlamentoyê, demsala danana qanûnan heta pejirandina projeqanûnê berdewam dibe.