Bexda li ser şandina 50 mîlyon lîtreyên nefta spî bo Herêma Kurdistanê razî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî bizavên wan ên berdewam, Serokwezîrê Federalî razîbûna xwe li ser dabînkirina 50 mîlyon lîtreyên nefta spî diyar kir, ku tenê 18% ji pêdivîtiya malbatan peyda dike; wezaretê navbirî tekez jî kir ku bi gihîştina sotemeniyê, bi nirxê 250 dînaran bo her lîtreyekê dê belav bikin û dê bo zêdekirina rêjeya wê li ser xetê bin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro Yekşem, 1ê Mijdara 2026ê, ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku piştî bizavên wê yên berdewam bo dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji nefta spî; îro Serokwezîrê Federalî Elî Zeydî li ser dabînkirina 50 mîlyon lîtreyên nefta spî bo Herêma Kurdistanê razî bû.
Li gorî wê ragihandinê, ev rêjeya neftê tenê 18% ji pêdivîtiya Herêma Kurdistanê dabîn dike ku pêdivîtiya wê bi 268,710,600 lîtreyan heye, heke bo her malbatekê tenê 200 lître bêne dabînkirin.
Wezareta herwisa gotiye: “Her bi gihîştina wî rêjeya neftê re, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi rêya birêveberiyên neft û kanzayan ên bajaran bi mîkanîzmeke guncayî û bi eynî nirxê dabînkirî ji aliyê Wezareta Neftê ya Federalî ve, ku 250 dînar in bo her lîtreyekê, dê dest bi belavkirina wê bike.”
Di wê ragihandinê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ligel Wezareta Neftê ya Îraqa Federalî dê li ser xetê be, bo veguhastina wê rêjeya neftê û zêdekirina rêjeya wê ku ligel pêdiviyên Herêma Kurdistanê bigunce.
Wezareta Neftê ya Îraqê jî her îro di ragihandinekê de amaje bi wê yekê da ku Wezîrê Neftê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyir ferman li Kompaniya Belavkirina Berhemên Neftê kiriye ku lezê di bicihanîna rêkarên pêdivî de bikin, bo amadekirin û şandina pişka neftê ya Herêma Kurdistanê.
Her sal ligel hatina werzê zistanê û daketina pileyên germê, daxwaz li ser nefta spî bo merema germkirinê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke berçav zêde dibe, bi taybetî li deverên çiyayî. Şandina neftê bi nirxê piştgirîkirî alîkariyeke mezin e bo malbatan ji ber ku nirxê nefta bazirganî li bazaran bilind e.