Nêçîrvan Barzanî: Dema wê hatiye ku aliyên Iraqî ji bo başkirina rewşa jiyanê amadekariyê bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û şandeke dîplomasî û serbazî ya ligel wî kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û şandeke dîplomasî û serbazî ya ligel wî kir.
Di civînê de serîhildana DAIŞê û metirsiyên wê yên li ser aramiya Iraqê guftûgo kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir, herwiha tekezî li ser girîngiya piştrastbûna li nehiştina yekcarekiya DAIŞê û pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexda de ligel Hevpeymanan kir.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê yekê kir ku piştî wan hemû salan dema wê yekê hatiye ku nêrîneke hevbeş ya aliyên Iraqiyan ya ji bo baştirkirina rewşa jiyan û guzeraniya welatiyên Iraqê bi giştî bê guftûgokirin û ji bo vê mebestê aliyên Iraqî amadekariyê bikin.
Di beşeke din a civînê de şanda mêvan dilgiraniya xwe ji wan êrîşan derbirîn ku li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê hatibû kirin, bi tundî şermezar kir, tekez li wê yekê jî kirin ku ev kiryar bi awayekî giştî bandorê li ser aramiya Iraqê dike.
Di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanya, serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Bexda, peywendiyên Hewlêr – Bexda û pêşketinên wê xistin ber behs û pejirandina yasaya budceya giştî ya Iraqê û rêkeftina li ser pirsa Dadgeha Federalî, bilind hate nirxandin.
Hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêziya di navbera aliyên siyasî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê rola civaka navdewletî ya li çareserkirina kêşeyên Iraqê da, bihêzkirina sazî û dezgehên dewletê û sûdwergirtina li piştgîriya navdewletî, rewşa aboriya Iraqê, bandorên Korona û rewşa koçber û penaberan, çend mijarên din ên civînê bûn.
