Li Tirkiye zêdetir ji 3 milyon zarokan li malên bê dahat de dijîn
Rewşa xirap herî zêde bandorê li zarokan dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 276 hezar zarok di malên ku tu dahata wan nîne de dijîn.
Partiya Komarî ta Gel (CHP), derbarê asta hejariyê li Tirkiye de raportek amade kir û pêşkêşî Desteya Rêveberiya Navendiya Partiyê kir.
Li gor raportê, rewşa xirap herî zêde bandorê li zarokan dike.
Li gor Dezgeha Amaran ya Tirkiyeyê, sala 2016, nêzîkî milyonek û nîv zarok di malên ku dê û bav bêkar in de dijiyan, lê ev hejmar niha gihiştiye 3 milyon û 276 hezar zarokan.
Ev di demekê de ye, Banka Navdewletî berî çend rojaan texmîn kir ku rêjeya hejariyê li Tirkiyê sala 2019an ji sedî 10.2 bû, lê sala borî derket ji sedî 12.2.