Parlamenterê PDKê: Îradeyeke cidî bo çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Parlamentoya Îraqê yê Fraksiyona PDKê tekez li ser hebûna îradeyeke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, herwisa ragihand ku şanda Hikûmeta Federal soz daye ku daxwaza Herêma Kurdistanê ya li ser derxistina mûçeyan ji xerciyên rastîn (fi’lî) binirxîne.
Endamê Parlamentoya Îraqê yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zîrek Zêbarî îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê ragihand: "Me ji Hikûmeta Federal re ragihandiye ku em razî ne pişka Herêma Kurdistanê li şûna 14.14% bibe 12.67%, lê şertê me ew bûye ku mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê ji xerciyên rastîn bên cudakirin."
Zîrek Zêbarî herwisa di pareka din a axaftina xwe de jî got: "Şanda Hikûmeta Federal ji me re ragihand ku ew dê daxwaza me binirxînin û bersiva me bidin."
Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ferman daye ku lijneyek bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî û bi tevlîbûna şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn, ji bo nirxandina pişka Herêma Kurdistanê di budceya federalî de.
Wî parlamenterê PDKê herwisa behsa wê yekê jî kir ku pêkanîna wê lijneyê piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê tê.
Zêbarî ew yek jî zelal kir ku erkê wê lijneyê dê ji nirxandin û nîqaşkirina li ser wan dozan pêk bê yên ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê di budceya federalî de ne.
Di demên borî de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya civîna xwe ya li gel endamên Encûmena Wezîran a ji bo Aboriya Îraqê de îsrar li ser wê yekê kiribû ku divê pişka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi temamî ji xerciyên rastîn bê cudakirin û wekî salên borî tevlî xerciyan neyê kirin, daku ti asteng li pêşiya xerckirina mûçeyên mûçexweran çê nebin, ku ji bo sala 2027ê gojmê 11 trîlyon û 200 milyar dînaran ji bo tevahiya mûçeyên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.