Li Neynawayê êrîşî Heşda Şeibî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xalên Lîwaya 44ê ya Heşda Şeibî yên li ser wê rêya ku li parêzgeha Neynawayê Hezerê bi Raweyê ve girê dide rûbirûyî êrîşekê bûn û bi gotina Desteya Heşda Şeibî, ji aliyê hêzên wê lîwayê ve rê li ber wê êrîşê hatiye girtin.

Desteya Heşda Şeibî îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, di ragihandinekê de eşkere kir ku hêzên Lîwaya 44ê ya girêdayî wê desteyê rê li ber êrîşekê girtiye ku yek ji xalên wê lîwayê li kerta Hezerê li parêzgeha Neynawayê kiribû armanc.

Di wê ragihandinê de herwisa hatiye zelalkirin ku wê êrîşê xalên wê lîwayê yên li ser wê rêyê kirine armanc, ku Hezerê bi Raweyê ve girê dide.