Pirtûka Bîranînên Min a Mûsa Anter bi zaravayê Soranî hat çapkirin
Pirtûka rewşenbîr û nivîskar Mûsa Anter a bi navê Bîranînên Min, ji aliyê Mihemed Îzedîn ve bo zaravayê Soranî hat wergerandin.

Hewlêr (K24) – Pirtûka Mûsa Anter a bi navê Bîranînên Min bo zaravayê Soranî hat wergerandin û çapkirin.
Pirtûka rewşenbîr û nivîskar Mûsa Anter a bi navê Bîranînên Min, ji aliyê Mihemed Îzedîn ve bo zaravayê Soranî hat wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Fam ve hat çapkirin û belavkirin.
Derbarê pirtûkê de wergêr Mihemed Îzedîn diyar kiriye: “Ev pirtûka ku li ber destê we ye, çend bîranînên Mûsa Anter in, ku ligel çendîn kesayetên weke Şêx Seîdê Kurdî, Îsmaîl Beşîkçî, Ebdurehman Qasimlo, Kameran Bedirxan, Cegerxwîn, Yaşar Kemal, dayîka Abdullah Ocalan, Madam Mîtran, Yilmaz Guney û Nûrî Seîd Paşa ye.”
Mihemed Îzedîn herwiha destnîşan kiriye: “Li gor cûreya jiyan û çalakiyên serdema xwe jî, mijarên ciyawaz derbarê Kurdistan û Tirkiyê de nivîsandine. Tevî van, nivîskar behsa çendîn bûyer û serpêhatiyên li paş perde, şoreşên Dêrsim, Başûrê Kurdistanê, Komara Mehabadê, Şêx Seîdê Pîran, Mela Mistefa Barzanî, Seyîd Riza û reftarên ewil ên damezrandina Komara Tirkiyê û Ataturk ên li hember Kurdên Bakurê Kurdistanê dike.”