Hikûmeta Sûriyeyê û HSD’ê 200 girtî azad kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lihevkirina 29’ê Çileyê de, proseyeke pevguhartina girtiyan di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li bajarê Hesekê pêk hat.

Rêveberiya Ragihandinê ya Hesekê ragihand, şeva borî 11ê Adarê di çarçoveya vê pevguhartinê de, 100 girtî ji girtîgehên dewleta Sûriyeyê hatin berdan. Hevdem ligel vê yekê, HSD’ê jî 100 girtî yên ji girtîgehên xwe yên li Hesekê azad kirin.

Ev prose di bin çavdêriya "Tîma Serokatiyê" de hat birêvebirin, ku ji bo şopandina peymana di navbera Şam û HSD’ê de hatibû erkdarkirin.

Ev berdana girtiyan wekî gaveke girîng a cîbicîkirina peymana 29’ê Çileya 2026’an tê dîtin. Li gorî wê peymanê, Hikûmeta Sûriyeyê û HSD li ser van xalan li hev kiribûn:

- Agirbest: Rawestandina hemû pevçûnan di çarçoveya peymaneke giştî de.

- Yekbûna îdarî û serbazî: Pêvajoya yekkirina hêzên çekdar û rêveberiyên herêmî.

- Radestkirina saziyan: Vegera hêzên ewlehiyê bo navenda bajarên Hesekê û Qamişlo û radestkirina hemû saziyên sivîl, dergehên sînorî û dezgehên hikûmî bo dewletê.

Di 21’ê Sibata borî de jî, Serokatiya Komarê Emîd Ziyad Ayîş wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo şopandina pêvajoya yekbûn û cîbicîkirina vê peymanê erkdar kiribû. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de, gavên nû di vê çarçoveyê de werin avêtin.