Ji bo cara duyemîn; Îsraîl navenda Beyrûtê bombebaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê ji destpêka şer û vir ve, cara duyemîn e ku li navenda bajarê Beyrûtê avahiyeke niştecîhbûnê armanc girtin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Niştimanî ya Libnanê, firokeyên Îsraîlê îro 11ê Adarê şoqeyek di avahiyeke niştecîhbûnê de li taxa Aisha Bakkar armanc girtin. Di encama êrîşê de, ziyanên mezin gihîştine avahiyê û tirs û xofeke mezin di nav xelkê de çêbûye.
Ev pêngava artêşa Îsraîlê nîşana wê yekê ye ku şer êdî ji taxên başûr ên Beyrûtê (Dahiye), ku wekî qada pevçûnan a asayî dihat naskirin, derbasî navenda bajêr dibe.
Piştî ku milîsên Hizbullahê yên ser bi Îranê ve gule berdan Îsraîlê û ragihandin, ew tolhildana kuştina Rêberê Bilind ê Îranê hildidin, Libnan kete nav pevçûnên herêmî.
Ji wê demê ve, Îsraîlê li başûr û rojhilatê Libnanê û li herêma Dahiye ya li başûrê Beyrûtê êrîşên asmanî pêk anîn. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di encama van êrîşan de nêzîkî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku di nav wan de zêdetirî 80 zarokan hene.