Nexweşiyeke kêmpeyda li gundekî Kerkûkê belav bûye: Zarok keçel dibin
Li gundekî sînorê bajarokê Dûbizê, zêdetirî 40 zarok bi nexweşiyeke kêmpeyda ketine, ku cûreyek keçelî ye.
Kerkûk (K24) – Li gundekî sînorê bajarokê Dûbizê, zêdetirî 40 zarok bi nexweşiyeke kêmpeyda ketine, ku cûreyek keçelî ye. Xelkê gund sedema vê nexweşiyê weke pîsbûna jîngeha deverê dibînin, ku di salên heştêyan de di dema şerê Iraq û Îranê de mûşekeke Îranê li ber gundê wan ketiye û ji wê çaxê ve ev nexweşî li gundê wan belav bûye. Berpirsê rêxistineke jîngehê jî diyar dike: “Jîngeha vî gundî pîs e û eger neyê çareserkirin, dibe ku karesatên mezintir derkevin holê.”
Bi rêya hoperlora mizgefta gundê Kêf yê ser bi bajarokê Dûbizê yê li rojavayê Kerkûkê, banga kombûna wan kesên ku bi nexweşiya keçelbûnê ketine, hate kirin, hejmara wan 40 kes e, lê ji wan beşek hatin, piraniya wan zarok in û heta dawiya jiyana xwe dê bê por bimînin.
Zarokekî pêketiyê vê nexweşiyê ji K24ê re diyar kir: “Em dema zarokên din dibînin ku porê wan heye û yê me tune ye, em xemgîn dibin, jîngeha gundê me gelek pîs e û dibêjin sedem ev e.”
Zarok dibêje: “Em dixwazin bijîşk werin û me tedawî bikin, xwişka min jî weke min bê por e, rewşa me baş nîne û em nikarin tedawî bibin.”
Gundê Kêf li rojavayê Kerkûkê ser bi bajarokê Dûbizê ye, gund bi kêlgehên petrolê dorpêç bûye û li nav gund jî bêhna avrê û paşmahiyên ajalan, jîngeheke pîs derxistine holê, ku tê gotin; yek ji sedemên keçelbûna xelkê ye.
Kesên bi vê nexweşiyê ketine, destpêkê du kes bûne û piştre hejmara wan zêde bûye, çend zarok jî bi vî awayî ji dayîk bûne û piştre jiyana xwe ji dest dane.
Nişteciyê gundê Kêf, Mehmûd Şehab dibêje: “Em dixwazin tîmeke tendirustiyê serdana gundê me bike, da ku kesên bi vê nexweşiyê ketine tedawî bikin û sedema belavbûna vê nexweşiyê were diyarkirin.”
Berpirsê Rêxistina Dûbizê bo Parastina Jîngehê Helo Xazî ji K24ê re diyar kir: “Ne tenê keçelî, herwiha hejmarek zarok jî li vî gundî bi vî awayî jidayîk bûn, gelek kes û tîm serdana gundê me kirin û soza çareserkirinê dan me, lê ti tiştekî ji bo me nekirin, em bi rêya Kurdistan24ê daxwaz dikin ku çareyek ji bo xelkê gund bibînin.”
Şêniyên gundê Kêf, her yek bi cûreyek behsa sedema pêketina vê nexweşiyê dikin, lê belê heta niha bi awayekî zanistî, lêkolînek li ser sedema vê nexweşiyê nehatiye kirin, loma şêniyên gund daxwaza eşkerekirina sedema vê nexweşiyê û tedawiya wê dikin.