“Niha jî faktorên ku kirine Kurd biryara referandumê bidin mane”
Berî 4 salan, di rojeke wek îro de, biryara encamdana referandumê di civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de hat dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî 4 salan di roja 7ê Hezîrana 2017an de, di civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de biryar hat dayîn roja 25ê Îlona 2017an referanduma serxwebûna Kurdistanê were kirin. Siyasetmedarekî Kurd destnîşan dike, faktorên ku kirine Kurd biryara referandûmê bidin, hîn jî bi heman awayî mane.
Siyasetmedar Ebûbekir Elî ji K24ê re got: “Ji destpêka avakirina dewleta Iraqê ve, behaneyek ji bo avakirina statuya Herêma Kurdistanê hebû, lê belê ti bihaneyek nebû ku başûrê Kurdistanê bi darê zorê bi ser li Iraqê were kirin û ti bihane nebû ku çaremîn neteweya herî mezin a Rojhilata Navîn piştî Ereb, Fars û Tirk ku Kurd e bê statu be.”
Ew faktorên ku hîştiye serkirdatiya siyasî ya Kurd di wê demê de biryara referandumê bidin, binpêkirina her sê binemaya rêkeftin, hevsengî û beşdariya rasteqîne û binpêkirina destûr û bi taybetî madeya 140 û birîna budceya Herêmê ji aliyê Bexdayê ve bû, ew faktor jî weke xwe mane û ew hizra ku Îraqê birêve dibe û ti guhertinek tê de nehatiye kirin.
Di wê derbarê de, Sekreterê Partiya Komonîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê beşek ji mafê biryardana çarenivîsê ye, divê gelê Kurdistanê ji bo vî mafî li ser têkoşîna xwe berdewam be, divê em li benda ti bahaneyekê nemînin.”
Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê dixwaze Bexda destûra ku piraniya Îraqiyan pesend kiriye cibicî bike, lê Îraq firehbiryar e û heta hikûmeta wê jî nikare wan daxwazên ku ji bo wan kar dike cibicî bike, ji ber vê çendê jî tevî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser çend mijaran, heta niha hikûmeta Îraqê nikariye rêkeftinên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê cibicî bike.