Pêşmergeyekî din ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin

Îro danê sibê Pêşmergeyekî din ên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê Pêşmergeyekî din ên Kurdistanê li Zaxo ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin.

Rêveberê Bajarokê Derkarê Edîb Cafer ragihand, îro danê sibê Pêşmergeyek dema di erkê xwe yê leşkerî de bû, bi guleya nîşanvanekî PKKê hat şehîdkirin.

Roja 5ê Hezîranê jî çekdarên PKKê li çiyayê Metîna li devera Amêdiyê êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kiribûn û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Pêşmerge Rizwan Sindî yê ji aliyê PKKê ve hat şehîdkirin